Berf herî zêde kêfa wan tîne

Zarokên Yüksekovayê bi berfê kêf kirin...

Berf herî zêde kêfa wan tîne

Him berf dibare hım jî dibistan ketine betlaneyê. Ev yek herî zêde kêfa zarokan tîne. Zarokên Yüksekovayê bi kaşkaşokên xwe, ji ser giran xwe berdidin xwarê.

Xijikên xwe didin pişta xwe, berê xwe didin ser giran. Di vê demsala zehemt de herî zêde kêfa zarokan tê.

Li ser giran li kaşkaşokên xwe siwar dibin. Li pêşiya wan, kesî herî zana rêberiya wan dike. Piştre bi hev re dadikevin xwarê.

Ev der gundê Sorê yê Yüksekovaya Hakkariyê ye. Zarok bi van derfetên xwe nikarin biçin kaşûnê,Lê ew ji bo kêfa kaşûnê ne kêmasiyek e. Lewra li gund bi xwe pergala xwe danîne.

Carna bêhnvedanê didin û dest bi gotina kilaman dikin. Bi saya ku dibistan ketine betlaneyê zarok bi têra dilê xwe kêfê dikin.

Kolên ku mezinên wan ji wan re çêkirine ji bo wan dibin navgîna bextewariyê.

Dîroka nûkirinê: 22 Çile 2020, 16:54
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE