Li Kozana Adanayê berfeşîra bilîmon tê çêkirin û li hemû bajarên welêt belav dibe. Taybetiya berfeşîra Kozanê jî ew e ku bê şîr tê çêkirin.
Berfeşîrên normal bi şîrê heywanan tên çêkirin.
Lê belê berfeşîra Kozana Adanayê bi lîmonê tê kirin.
Li Tirkiyê tenê li navçeya Kozanê çanda berfeşîra bi lîmon heye.
Welatiyên navçeyê him ji ber tehma wê, him jî ji ber taybetiya wê ya xwezayî, berfeşîra Kozanê gelek diecibînin.
Ev berfeşîrê navçeyê li gelek bajarên din jî belav dibe.