176 berhemên destkariyê yên herêmî ku li enstîtuya pêşketinê ya mêrdînê hatin çêkirin, bi destê saziya patent û markayan a tirkiyeyê hatin tescîlkirin. ev berhem yên herêma mêrdîn, sêrt û şirnexê ne.
Enstîtuya Pêşketinê ya Mêrdînê 12 sal in ku berhemên herêmî çêdike ku ev berhem êdî ber bi tunebûnê ne.
Bi pêşketina teknolojiyê û hewcedariyên mirovan, zêde kes bi çêkirina wan re eleqedar nabe.
Lê bi hewl û xîreta vê enstîtuyê ev çand tê vejandin.
Ji cil û bergan heta xalîçeyan, cur bi cur berhem li vir tên çêkirin.
Heta niha Saziya Patent û Markayan a Tirkiyeyê 176 berhemên vê enstîtuyê tescîl kirin.
Her berhem li gorî edebî, huner û sêwrê tên nirxandin.
Niha li vê enstîtuyê di warê zîv, telkarî, xemilandina keviran, neqş û çîniyê de 5 atolye bi awayekî çalak dixebitin.