Li deşta Mûşê ya bi ber û bereket ligel gelek cûreyên fêkî, zebze û beqliyatan, gulberoj jî tên çandin. Cotkar ji qezenca xwe razî ne û dibêjin; divê cotkarên din jî çandina gulberojan bikin.
Axa Deşta Mûşê gelek bi bereket e.
ji cureyên fêkiyan bigrin hete zebze û beqliyatan gelek tişt çêdibin.
Gulberoj jî ji wan mehsûlan yek e.
Cotkarên ku ceh, genim û silkên xwe rakirin niha jî ketin zeviyên gulberojan û mehsûlê îsal berhev dikin.
Li gundê Koşiyê jî cotkar tevî nexweşî û zirara ku gihaye kulîlkan, ji qezenca gulberojan memnun in.