Berhevkirina tûfrengiyan dest pê kir

Kooperatîfa Jinan bi piştgiriya şaredariyê li ser 45 donim zevî sebze çandin.

Berhevkirina tûfrengiyan dest pê kir

Şaredariya Bismilê ji bo gihandina sebzeyan projeyek da destpêkirin. Di çarçoveya projeyê de ji bo kooperatîfa jinan 45 donim zevî hat veqetandin. Kooperatîfê jî li ser vê zeviyê sebzeyên cur bi cur çandin. Piştî 5 mehan berhevkirina tûfrengiyan dest pê kir.

Şaredariya Bismila Diyarbekirê ji bo ku çandinî pêş ve biçe projeyek da destpêkirin.

Di çarçoveya projeyê de 45 donim zevî ji bo Kooperatîfa Jinan a Bismilê hat veqetandin.

Kooperatifê jî di zeviyên veqetandî de çîlek, frengî, balcan, xiyar û reşreşk çandin.

Piştî 5 mehan heyama berhevkirina tûfrengiyan dest pê kir. Jin bi destên xwe çîlekan kom dikin.

Jin bi saya vê projeyê him cotkariyê dikin him jî pere qezenc dikin û debara mala xwe dikin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE