Berhevkirina zeytûnan

Cotkarên Silopiyê dest bi komkirina zeytûnên xwe kirin.

Berhevkirina zeytûnan

Li Deşta silopiyê ku yek ji navendên girîng ên çandiniyê ye cotkaran dest bi komkirina zeytûnan kir. Li bajêr cotkarên ku li ser 250 donimî zeytûn çandibûn dest bi berhevkirina van kirin. Welatî serê sibê berê xwe didin baxçeyan û zeytûnan didin hev. Ji zeytûnên ku hatin berhevkirin wê piranî zeyt bê çêkirin.

Li Deşta Silopiyê ku yek ji Van navendên girîng ên çandiniyê ye cotkaran dest bi komkirina zeytûnan kir.

Li bajêr cotkarê bi navê Serdar Soysal 250 donim erd kiribû zeytûn, niha jî dest bi berhevkirina Van kirin.

Ewil ji daran zeytûnan diweşînin, dûvre ji erdê paqij dikin û dixin torbeyan.

Cotkar û xebatkarên zeytûnan ji saet 8 sibê, heya çarê êvarê zeytûnan didin hev.

Di nava baxçeyê zeytûnan de 20 kes dixebitin.

Bi saya baxçeyên wiha karker êdî ne li xeribiyê li bajarên xwe dixebitin û debara mala xwe dikin.

Soysal dibêje em li bendê ne ku îsal ji 250 donimî 100 ton zeytûn were rakirin.

Berhevkirina zeytûnan heta meha Çileyê dewam dike.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE