ji eyda rojiyê re çend roj man, sixletiya çûnûhatinê dest pê kir. li otogara esenlerê ya stenbolê sixletî heye. gelek merivên ku dixwazin biçin welêt, mehekê pêş de bîlet stendin da ku şerpeze nebin...
Ji bo betlaneya cejna remezanê îsal jî bi sed hezaran merivan dev da rê.
Ev trafîka eydê herî zêde jî li bajarên mezin; bi taybetî jî li Stenbolê kifş dibe.
Kesên ku li Stenbolê dijîn zanin ku beriya cejnê di otobêsan de şûn bi dest merivan nakeve.
Loma jî wan bîletên xwe heyvekê pêş de peyde kirin.
Sixletiya li otogara Esenlerê ya Stenbolê, ji ber vegerê piştî eydê jî wê dewam bike.