Komeleya Qencîhezan ya Mîdyada Mêrdînê beriya eydê ji bo kêfa zarêkên êtîm û hewcedar werê ew ji malên wana giritn û birin maxazayekê. Komeleyê ji wan re li gorî dilê wan eydanî kirîn.
Di Meha Remezanê de xêr û hesenat zede dibin.
Komeleyên xêrê jî di vê mehê de behtir dixebitin.
Li Mîdyada Mêrdînê Komeleya Qencîhezan beriya cejnê eydanî diyariyê hezar zarokên êtîm û hewcedar kirin.
Komeleyê xwe gihand êtîm û hewcedarên li navçê û gundan û bi xêra xêrxwazan ew birin maxazayê û ji wan re eydanî kirîn.
Zarokên ku eydanîya xwe girtin pir kêfxweş bûn û sipasî Komeleya Qêncîhezan kirin.