Miteşebîs Metin Toktaş 12 sal in, li bajarê Muşê loqiman çêdike. Di fabrîqeya loqimê de ji 10 kesî zêdetir xebatkar dixebitin. loqimên ku bi awayekî paqij û bi malzemeyên xwezayî tên çêkirin, tên şandin çar aliyên Turkiyeyê.
Bi şekirê silqê ya Muşê, fistiqên Entabê û findiqên Gîresunê loqimên xwezayî çê dikin.
Miteşebîs Metin Toktaş, ev 12 sal in ku li Muşê di fabrîqaya loqimê de, loqimên ji hev xweşiktir çêdike.
Di fabrîqê de 13 kes dixebitin. Fabrîqe, loqiman dişîn çar aliyên welêt.
Her çiqas ji ber şewba koronayê kar û bar hinek kêmtir be jî beriya cejnê daxwaza ji bo loqiman zêdetir bûye.
Niha xebatkar ji bo ku sparîşên Cejna Qurbanê bigihînin, bi şev û roj dixebitin.