Berên îsal baş in

Cotkarên Karsî dibêjin îsal dexlên wan baş in...

Berên îsal baş in

Li Karsê wextê berhevkirina dexlan hat. Îsal li zeviyên bajêr bi piranî ceh û genim hatibûn çandin. Cotkanên Karsî dibêjin dexlên wan ên îsal, ji yên salên borî baştir in.

Ji ber hewaya wê ya sar li Karsê dirûtina dexl û danan hê nû dest pê kir.

Makîneyên dirûnê ketin erdan û dest bi xebatê kirin.

Îsal li herêma Karsê bi piranî genim û ceh hatibûn çandin û rewşa beran jî baş e.

Cotkar dibêjin ku berên îsal ji yên salên borî baştir in.

Dewlet wekî gelek bajarên herêmê li Karsê jî alîkarî dide cotkaran û ji ber vê jî karê wan rehettir dibe.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE