Berên xwe yên baxçeyê difroşin

Jinên Kiziltepeyê berên xwe yên bi xwe gihandine li bazaran difroşin

Berên xwe yên baxçeyê difroşin

Jinên gundên Kiziltepeyê bacanên sor, xiyar û trîyên rezên xwe li bazar û ber marketan difroşin. Bacanên organîk bi tehm û behna xwe gelekî tên ecibandin.

Ji bo debara mala xwe bikin bacanên sor, xiyar û gelek sebze û fêkiyên din digihînin.

Ji bo ku bê derman û bê gubre digihên, tehma berên wan gelek xweş e.

Jinên ji gundên Kiziltepeyê Mardînê, bacanên sor ên malê dixin satilan û zilam jî dibin difroşin.

Carna dibin bazaran carna jî dişînin ber dikanan.

Kiziltepeyi dibêjin ‘’ yê ku tehma van bacanan bizanibe, cardin bacanên din naxwe.’’

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE