Li Gewerê endamên Kooperatîfa çandinıyê ya jinan, li hev civiyan; li ser 60 donim erdî fasûlî çandin. Jinên Gewerî dixwazin li derveyî malê jî bişixulin û qezencê bi dest bixin.
Li Gewerê, jinên ciwan li ser 60 donim zeviyî fasûlî çandin.
Kooperatîfa Çandiniyê ya jinan a bi navê destarê ji bo hilberînê projeyek da destpêkirin.
Jinên cotkar berên ku berhev bikin jî wê bi xwe bifroşin û pere qezenc bikin
Mezinên gund jî her tim tên ba wan; rê nîşanî wan didin û yên ku ji destê wan tên jî alîkariya ciwanan dikin.
Hemû jî bi salan e yan di nav zewî û baxçeyan de yan jî li malê dişixulin.
Lê bi saya vê projeyê ew ê cara ewil bi xwe pere qezenc bike.