Bi berfê kêf kirin

Şaredariyê ji Çiyayê Qerejdaxê bi kamyonan berf anî navenda bajêr

Bi berfê kêf kirin

Îsal her çend li derdora bajarê Rihaberf bariya be jî li navenda bajêr qet berf neket. Ji bo vê yekê Şaredariya Bajarê Mezın a Rihayê bi kamyonan ji çiyayê qerejdaxê berf kişand parka Turgut Özal a li Xalîlıyeyê. Nİha ev xebat û hesreta berfê tê ser ekranê.

Îsal li gelek deverên herêmê zêde berf bariya.

Her wiha li deverên bilind ên Rihayê jî berf ket.

Lê belê Rihayiyên li navendê îsal qet berf nedît.

Ji bo vê yekê Şaredariya Bajarê Mezin xebatek da destpêkirin.

Di çarçoveya xebatê de bi kamyonên şaredariyê ji Çiyayê Qerejdaxê berf anîn navenda bajêr.

Zarokên taxê jî bi têra dilê xwe bi berfê lîstin û spasî rayedaran kirin.

Her wiha carinan mezinan jî bi zarokan re kêf kir.

Dîroka nûkirinê: 24 Çile 2019, 17:50
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE