Bi berhemên darîn kêfa zarokan tîne

Hosteyê 75 salî bi daran berhemên cur bi cur çêdike û wek diyarî dide zarokan

Bi berhemên darîn kêfa zarokan tîne

Fuat Bulut 75 salî ye û li Karsê dijî. Kalê Fûad niha bi daran berhemên wekî dergûş û parxêlan çêdike û diyariyî zarokan dike. Kalemêrê jêhatî dibêje him kêfa zarokan tê him ez pê şa dibim.

Jê re tê gotin “Cumhuriyet Dede”.Fuat Bulut 75 salî ye û emrê xwe ji bo kêfxweşiya zarokan derbas dike.

Bi daran berhemên hûnerî yên wekî dergûş, parxêl û gelek pêlîstokên din çêdike.

Kalê Fûad ne ku ji bo firotanê berheman çêdike. Ji bo kêfa zarokan were wek diyarî dide wan.

Kalemêrê hoste dibêje dema zarok kêfxweş dibin ez jî bi wan re şa dibim.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE