Li Kızıltepeya Mardinê xwendekaran bi piştgiriya şaredariyê projeyek çêkir. Di çarçoveya projeyê de bi bermayiyan ji bo çûkan cihên êm û avê çêkirin.
Xwendekarên Dibistana Vatanê bi piştgiriya Şaredariya Kızıltepeyê ji bo çûkan projeyek çêkirin.
Di çarçoveya projeyê de xwendekaran bermayî kom kirin û bi tenekeyan ji bo çûkan cihên êm û avê çêkirin.
Cîgirşaredarê Kızıltepeyê Hüseyin Çam bi zarokan re êm û av xist danî navhêlînan.
Hüseyin Çam got,“Zarokên me bi vê projeyê bermayî berhev kirin. Bi vî awayî him xweza paqij kirin him jî ji bo çûkan tiştek kirin û bi heywanan re eleqedar bûn. Bi vî awayî li ser parastina heywanan hişmediyek çêbû.”
Zarokan bi saya vê projeyê him derdora xwe paqij kir him jî bi destê xwe heywan xwedî kirin.
Proje ji bo ku çûk birçî û tî nemînin hat lidarxistin.