Bi bisîkletê ji Muğlayê hatin Xirabreşkê

Malbata Pekçedenözê bi bisîkletê di 27 rojan de 1450 kîlometre rê hatin

Bi bisîkletê ji Muğlayê hatin Xirabreşkê

Malbata Pekçedenözê ji Muğlayê bi bisîkletan bi rê ketin û hatin Xirabreşkê. Endamên koma bisîkletê ya Rihayê ew di têketina bajêr de pêşwazî kirin.

Ji Muglayê bi rê ketin û di nav 27 rojan de bi bisîkletan gihaştin Xirabreşkê.

Malbata Pekçedenözê di roja 10ê Tîrmehê de li bisîkletan siwar bûn û ji Qada Marmarîsê ber bi rojhilat bi rê ketin.

”Em di 10ê Tîrmehê de ji Marmarîsê bi rê ketin. Em hezar û çar sed û pêncî kîlometre rê hatin. Em di roja 27an de gihaştin Rihayê. Koma Bisîkletê ya Rihayê em pêşwazî kirin. Em ji bo vê jî pir sipas dikin.”

Endamên Koma Bisîkletê ya Rihayê û rayedarên bajêr malbat pêşwazî kirin.

Midûrê Çandê yê Rihayê ji bona serdanê diyarî da malbatê. Malbat derbarê cihê dîrokî de hat agahdarkirin û li Xirabreşkê geriya.

Xirabreşk ket nav lîsteya Mîrateya Dinyayê ya UNESCO’yê. Sala 2019an wek Sala Xirabreşkê hat îlankirin.

Dîroka nûkirinê: 07 Tebax 2019, 17:28
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE