Bi bisîkleta xwe welat welat digere

Recai Pak ji Kolnê bi rê ket, heya Midyatê 7 hezar kîlometre bisîklet ajot.

Bi bisîkleta xwe welat welat digere

Recai pak li bajarê Kolnê dijî. 46 salî ye. Pak ji bo danasîna welatan û bajarên Türkiyeyê, li bisiqlêta xwe siwar bû û berê xwe da welêt. Guzergeha dawî ya Recai Pak Midyata qedîm bû.

Li Kolna Elmanyayê li bisiqlêta xwe siwar bû û berê xwe da Türkiyeyê.

Recai Pak ji bo danasîna çanda welatên biyanî û bajarên Türkiyeyê bi rê ket.

Pak ji Elmanyayê derket, di ser Awisturya, Slovakya, Macaristan, Sirbistan û Bulgaristanê de hat heta Türkiyeyê.

Recai Pak piştî 7 hezar kîlometre rêyê gihişt Midyata qedîm.

Li Midyatê şaredariyê ew pêşwazî kir û ji bo vê xîreta wî plaketek danê.

Recai Pak dibêje ez ê di vê rêwîtiya xwe de, bi înstagrama xwe çand û dîroka bajarên Türkiyeyê bidim nasîn.

Recai Pak got, ‘’Hevalên dîroknas rota amade kir. Beriya em bigihêjin cihekî agahiyan didin me. Paşê jî em van agahiyan di malpera înstagramê ya bi navê “eyvallah türkiyem” parve dikin û didin nasîn. Paşê jî min tiştekî gelek hêja dît, Xwişk û birayên; Suryanî, kurd, tirk, ereb û ezdî, bi hezaran sal in tev bi hev re gelek xweş dijîn.

Midyatiyan jî ji Recai Pak hez kir û piştgiriyê didin armanca wî.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE