Bi çavên xwe yên rengîn balê dikşîne

Çavekî keça biçûk reş e yê din jî şîn...

Bi çavên xwe yên rengîn balê dikşîne

Li Wanê, keçika 8 salî bi çavên xwe bala her kesî dikşîne. Ferqa wê ew e ku wekî pisîkên wanê, çavekî wê reş, yê din jî şîn e. Keçika bıçûk gava resman çêdike jî çavan ji hev cuda boyax dike.

Kî wê dibîne vedigere carekê din bala xwe didê…

Lewra çavekî wê reş yê din jî şîn e…

Rengê çavên Nurcana 8 salî wekî pisikên Wanê ne…

Ew ji vê cudahiya xwe qet aciz nabe.

Berevajî vê ewqas ji çavên xwe hez dike ku gava resman çêdike jî çavekî reş çavekî şîn boyax dike. Di malê de çavên diya Nurcanê û birayekî wê jî wekî wê ne.

Çavên bavê Nurcanê jî ji sedî 90 nabînin. Bavê reben ji ber vê yekê naşuxle.

Bi tenê daxwaziyeke wî heye ku zarokên xwe bide xwendin.

Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE