Bi cemidandinê emeliyat kirin

Xwîna nexweş hat sekinandin û wisa emeliyat hat kirin 

Bi cemidandinê emeliyat kirin

Li Batmanê emeliyateke serkeftî hat kirin. nexweşeka ku rîska wê ya mirinê hebû, hat cemidandin û dû re hat emeliyatkirin. nexweş heta binê sifrê 18 pîleyan hat cemidandin û bi vî awayî xwîna wê hat sekinandin. 

Hêşê wê ji serê wê diçû, û çû nexweşxanê. 

Piştî miayeneyê derket ku temara sereke ku diçê dilê wê şeq bûye.  

Azime Padıra 55 salî li Batmanê demildest xistin emeliyetê. 

 Dixtoran nexweş heta binê sifrê 18 pîleyan cemidandin. 

Bi vî şiklî herîkîna xwînê ya di rehan de sekinî û emeliyat wisa hat kirin. 

Emeliyatê 5 saetan dewam kir. 

"ezîme xanim 55 salî ye û ji ber xeriqînê hatiye nexweşxaneyê. hat tespîtkirin ku reha sereke aort qelişiye. divê ku wê demê emeliyat be. emeliyatê 5 saet dewam kir. 8 rojan li nexweşxaneyê ma. di rewşa normal de germahiya tenê mirov 36 pîle ye. me heta binê sifrê 18 pîleyan cemidand û herikîna xwînê da sekinandin û wisa emeliyat kir. niha rewşa nexweş baş e.” 

Ev cureyê emeliyatê ji bo nexweşan bû hêviyek. 

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE