Bi darên gûzê gopalan çêdike

Hoste Abdurrahman 50 sal in ku di atolyeya xwe de gopalan çêdike

Bi darên gûzê gopalan çêdike

Evdirehman Gökbulak, ji Ahlata Bitlisê ye. Hoste Evdirehman 50 sal in ku gopalan çêdike û difiroşe. Bi taybetî gopalên ku ji dara gûzê çêdike, bala welatiyan dikişîne.

Evdirehman Gökbulak li Xelata Bilîsê ye. Ev 50 sal in ku gopalan çêdike û difroşe.

Hoste Evdirehman beriya ku biçe eskeriye bi darên gûzan mobîlya çê kiriye. Piştî ku ji eskeriyê hatiye, dest bi çêkirina gopalan kiriye.

Gopalên wî ji Wezareta Turîzmê xelata serkeftinê girt. Herwiha xelata hunermendan jî standiye.

Gökbulak got, ‘’Bi salan e ku ez gopalan çêdikim. Ez her tim bi motîfên cuda gopalên nû çêdikim. Gelek kes li cem min perwerde bûn û bûn hoste. 2 zarokên min jî li cem min dixebitin û vî karî dikin.”

Hoste Evdirehman hunera xwe hînî zarokên xwe jî kiriye. Ew dixwaze bi vî awayî hunera çêkirina gopalan winda nebe.

Ew niha li atolyeya xwe, bi 2 zarokên xwe re gopalan çêdike.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE