Teyr û tû payîzê bi sermayê ra koç dikin û biharê jî cardin tên ser gola Kazli û Haçliyê. Ji destpêka hatina teyr û tûyan heta dema hêkirin rûniştin û xwarin û vexwarinê ekîbên çavdêriyê li sehayê çavdêriya wan dikin û qeyd dikin. Ekîb di heman demê da ji bo parastina cihên ku lê hêk dikin û rûdinên jî dixebitin.
Endamên ekîbê 8 sal e wêneyên teyr û tûyên ku tên cihên avî dikşînin û danasîna herêma ku bi dehan cure teyr û tû xwe didinê jî dikin.
Serokê Lijneya Rêvebiriyê ya Komeleya Parastina Siruştê ya Tellî Turnayê Kasim Avcî daxuyanî da rojnamegeran û diyar kir, li Deşta Mûşê herî zêde teyr û tûyên koçber hene.
Avcî diyar ki ku teyr û tû deşta Mûşê şên dikin û wiha dewam kir:
"Me li cihên avî, qamirgeh û gola Qaza û gola Haçliyê xebateke berfireh kir. Em di vê xebata xwe da rastî pelîkana nikilkevçî, werdeka stûgevez a bin avê, bahrî, sîqalka reş a piçûk û çend qulingan hatin. Dîsa me di Gola Qazan da 2 hezar û 500 werdeka reş a bin avê, werdeka stûgevez a bin avê û angut dîtin. Li Deşta Mûşê gelek cisnên teyr û tûyan hene. 8 sal e em bi endaman ra li sehayê dixebitin. Cisn û cureyên teyr û tûyên DEşta Mûşê ji nîvendiya welêt zêdetir e."
Avcî diyar kir ku koka toy û qulingan li ber talûkeyê ne.
AA