Abdullah Sayışê 71 salî li Gercüşa Batmanê hesinkariyê dike. Ev nêzî 60 sal in ku debara xwe bi vî karî dike. Digel temenê xwe dev ji karê xwe bernade.
Hesinan disincirîne... Bi çakûç li wan dixe û şekil dide hesinan…
Abdullah Sayışê 71 salî li Gercüşa Batmanê digel temenê xwe hesinkariyê dike.
Nêzî 60 sal in ku di nav vî karî de ye û 45 sal in ku li Gercüşê karê xwe didomîne.
Bi zehmetî û hessasî karê xwe dike. Ji bo kar û barê bax û baxçeyan tevr û biviran çêdike.
Salên berê hewcedarî bêhtir bi hesinkariyê hebû. Abdullah Sayış bi hesinkariyê 10 zarok xwedî kirine û zewicandine.