Bi dehan sal in radyoyên ku naxebitin çêdike

Di zarokatiya xwe de dest pê kir, ev 40 sal in radyoyan tamîr dike…

Bi dehan sal in radyoyên ku naxebitin çêdike

Li Mêrsînê, welatiyê bi navê Ceylani Aydın di zarokatiya xwe de dest bi çêkirina radyoyên xirabûyî kir. Hosteyê 66 salî ev 40 sal in radyoyan tamîr dike. Di mala wî de jî bi sedan radyoyên cuda hene.

Ceylani Aydın li navenda Mêrsînê dijî.

Hêj dema ku zarok bû, dest bi tamîrkirina radyoyan kir û ev 40 sal in ku radoyên cur bi cur çêdike.

Di mala Aydın de her cure radyo peyda dibin.

Heta di destê wî de radoyên entîqe jî hene.

Hosteyê bisalan hin caran jî ji bo kesên ku tên cem wî, radihêje tembûra xwe û stranên Kurdî dibêje.

Niha dixwaze ku rayedar piştgiriyê bidinê û ew jî radyoyên xwe nîşanî her kesî bide.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE