Bi destê xwe pêlîstokan çêdike

Ji bo zarokên xwe dest pê kir, niha pê debara xwe dike

Bi destê xwe pêlîstokan çêdike

Li Qosera Mêrdînê dayika 2 pitikan a bi navê Ruken Coşkun ewil li mala xwe ji bo zarokên xwe pêşîstok çêkirin. Lê niha pê debara malbata xwe dike. Ev pitikên paçîn ji bo tendirustiya zarokan pir baş in. Loma welatiyên hin bajaran sparîşa pitikan didin.

Ewil ji bo pitikan ji tayîkan şablonekê diyar dike, dûvre bi tayîk û sindikê dihone.

Navê vê dayika 2 zarokan Ruken Coşkun e.

Rûkenê beriya çend salan ji bo sebra sarokên xwe li malê pitikên ji hirî û tayîkan çêkirin.

Lê dûvre wisa bi ser ket û êdî nasên wê jî jê pitik kirîn.

Ji ber ku ev pitikên hanê xwezayî ne û ji bo tenduristiya zarokan jî baş in, gelek kes dixwazin ji zarokên xwe re bikirin.

Niha Rûken Xanim him ji bo zarokên xwe pitikan çêdike, him jî difiroşe û pê debara xwe dike.

Dîroka nûkirinê: 05 Kanûn 2019, 10:54
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE