Bi dilekî saf û pak alîkariya esnafan dike

Dema şerê navxweyî yê sûrıyê dest pê kır mecîd jî jı welatê xwe koç kır û hat Mêrdînê..

Bi dilekî saf û pak alîkariya esnafan dike

Dema şerê navxweyî yê sûriyê dest pê kir mecîd jî ji welatê xwe koç kir û hat Mêrdînê. Mecîd ji roja ku hat û heya îro alîkariya esnafan dike û bi wan re hevaltiyê dike. Esnafên sûka qoserê jî jê re dibêjin Mecîdê Emîn.

Ji şerê Sûriyê reviya û xwe spart Qosera Mêrdînê, ev 8 sal in li Qoserê dimîne Mecîd.

Nikare xeber de, lal e; lê bi esnaf û xelkê bajêr re hevaltiyeke baş dike.

bi dilekî saf û pak alîkariya wan dike û karê wan sererast dike..

Esnafên Qoserî jê bawer in û jê re dibêjin Mecîdê Emîn.

Mecîd ji halê xwe razî ye, bi dil û can dixebite. Esnafên sûkê jî jê gelek hez dikin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE