Li Silopiya Şirnexê kuaforên jinan çûn dibistanên gundan û porê xwendekaran çêkirin.
Kuaforên dilxwaz kêfa xwendekarên gundan anîn.
Kuaforên jinan berê xwe dan dibistanên gundên Sîlopiyê.
Li wê derê keçikên gund ên biçûk civandin, porên wan çêkirin û ew xemilandin.
Proje bi pêşengiya Navenda Perwerdeya Gel û kuaforên jinan ên dilxwaz hat birêvebirin.
Di çarçoveya projeyê de wê porê 450 xwendekarên biçûk were çêkirin.
Xwendekarên keçik ku cara ewil porê xwe dan destê kuaforan gelek şad û bextewar bûn.