“Bı hev re bibin kal û pîr”

Xebatkarên şaredariyê bi diyariyên xwe diçin serdana bûkên nû

“Bı hev re bibin kal û pîr”

Şaredariya Qoserê projeyeke bi navê “bi hev re bibin pîr û kal” li dar xist. Di çarçoveya projeyê de diçin dîtina bûkên nû û diyariyan didin wan. Di nav diyariyan de ya herî balkêş balîfê neqişkirî bû.

Çûyîna mala bûkên nû yek ji edetên civakî ye. Bi vî awayî têkiliyên gel xurttir û geştir dibin.

Şaredariya Qoserê jî bi projeya “bi hev re bibin pîr û kal” tev li van edetan bû.

Xebatkarên Şaredariyê diyariyên xwe jî dibin û diçin malên bûkan.

Di nav wan diyariyan de ya herî balkêş balîfê neqişkirî yê ji bo zewacê ye.

Ev balîf li gorî edetan tê maneya ku heta hetayê jin û mêr ji hev veneqetin.

cîgirşaredarê Qoserê Filiz Yüzer bi malbat û bûkê re ji nêz ve eleqedar bû.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE