Geh li rojhilat, geh li rojava. Cotkarên jin û mêr yên Şirnexî bi hev re tûra dinyayê dikin. Feyzullah û taybet artuç, heta niha li 12 welatên dinyayê geriyane.
Bajaroka Gundikê Mele ya Şirnexê bi gundiyên xwe yên jin û mêr Feyzullah û Taybet Artuç navdar e. Ji ber ku ew jin û mêr bi gera dinyayê re mûjil in. Her du hevjînên ku cotkariyê dikin heta niha li zêdetirî 12 welatên dinyayê geriyane.
Geh li rojhilata dûr Japonya, geh li Kûba û Brezilyayê. Tevî Rûsya, Gurcistan û Qetarê li gelek welatan geriyane. Her du jin û mêr bi cil û bergên xwe yên herêmî digerin. Li her welatê ku dikevinê govendekê jî digerinin.
Li welatên ku digerin wêneyên xwe digirin û xwe hînî çand û kelepora wan deran dikin.
Her du hevjîn zimanê biyanî nizanin, lê tevî wê li derve xwe îfade dikin. Niha plana wan ew e ku tevî Ewropa biçin Hindistan û Misrê jî.
Dîmen û wêneyên ku ji derveyî welêt digirin jî li ser medyaya civakî parve dikin.