Bi hezaran kewên gozel aza kirin

Midûriya Şaxa Uşakê ya Parastina Siruştê û Parkên Neteweyî 2 hezar kewên gozel aza kirin

Bi hezaran kewên gozel aza kirin

Di çarçoveya xebatên seba parastina jiyana siruştî û zêdekirina hejmara heywanên kovî da li Uşakê 2 hezar kewên gozel hatin azakirin.

Kewên gozel ên ku li çewlikên Midûriya Giştî ya Parastina Siruştê û Parkên Neteweyî ya Wezareta Çandinî û Daristanê tên xwedîkirin, li Karahalliya navçeya Uşakê anî texma Cîlandrasê.

Waliya Uşakê Funda Kocabiyik, Qaymeqamê Karahanliyê Onder Çengel, Şaredarê Karahanliyê Alî Topçu, Midûrê Şaxa Uşakê ya Parastina Siruştê û Parkên Neteweyî Huseyîn Tekîn beşdarî çalakiya azakirina kewan bû û kewên gozel hatin azakirin.

Walî Funda Kocabiyikê li vê derê daxuyanî da û got ku îro li herêmê 400 kew hatin azakirin, li tevahiya parêzgehê jî li 4 deverên cuda bi tevahî 2 hezar kewên gozel hatin azakirin û destnîşan kir ku divê jiyana kovî were parastin.

Dîroka nûkirinê: 20 Hezîran 2019, 18:05
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE