Bi hezaran mêşî bi ser sûkê de girt

Esnaf ji ber mêşan şerpeze bûn, heta nîvê şevê paqijî kirin

Bi hezaran mêşî bi ser sûkê de girt

Li Karsê êvarê ji nişka ve mêşan girte ser sûkê. Bi hezaran mêş ketin nav dikanan. Esnafan dikanên xwe derman kirin. Hinekan jî bi dûmanê pêşî li mêşan girt.

Bi hezaran mêş ji nişka ve li sûkê belav bûn..

Ketin dikanan û girtin ser camên dikanan.

Li Karsê wekî fîlman bi hezaran mêş di carekê de ketin nava sûkê û li her derê belav bûn.

Esnafan dikanên xwe derman kirin û her der bi xortiman şûştin.

Hin esnafan jî ji bo mêş nekevin nava dikana wan li ber derî agir pêxist.

Esnafeke got,“Ev 2 seat in em bi mêşan re mijûl dibin. Wekî hûn jî dibînin ji bo mêş birevin em dûmanê derdixin. Ev cara ewil e tişteke wisa hat serê me… Ji bo mêş birevin em giyayê ûzerlîgê dişewitînin. Ka lê binêrin bi kêr hat jî, hema hema mêş neman.”

Esnafên sûkê heta nîvê şevê dikanên xwe paqij kirin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE