Bi hilweşandina avahiyên li ser Çemê Bitlisê 8 pireyên dîrokî derketin holê

Di vê çarçoveyê da avahiyên ku di nava demê da li ser çem hatibûn avakirin, hatin hilweşandin.

Bi hilweşandina avahiyên li ser Çemê Bitlisê 8 pireyên dîrokî derketin holê

 Li Bitlisa ku di dîrokê da bûye hêlîna gelek şaristaniyan û li ser rêya karwanan bûye, 8 pireyên dîrokî hatin derxistin ku di bin avahiyên nû da mabûn û nedihatin xuyan.

Ji hêla Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Demsalê par Projeya Islaha Serçem hat cîbicîkirin da ku Çemê Bitlisê yê di nava bajêr ra derbas dibe were islahkirin û beşera dîrokî ya bajêr lê were vegerandin.

Di vê çarçoveyê da avahiyên ku di nava demê da li ser çem hatibûn avakirin, hatin hilweşandin.

Bi hilweşîna avahiyan va 8 pireyên dîrokî yên ji bo bajêr pir girîng derketin holê.

Endamê Hîndekariyê yê Beşa Dîrokê ya Fakulteya Fen Edebiyatê ya Zanîngeha Bidlîs Erenê Prof. Dr. Mehmet Demirtaş ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir ku di Seyahetnameya Ewliya Çelebî da qala wê yekê tê kirin ku li ser Çemê Bitlisê  28 pireyên li ser piyan hene.

Demirtaş her wisa got ku hin qeyd jî hene ku di sedsala 19emîn da li ser çem 24 pire hebûne û wiha dewam kir:

"Îro roj hejmara van piran pir kêm bûye û bi demê ra wêran bûne. Hinek jê bi temamî wêran bûne, hinek jî piştî hilweşînê hatine restorekirin. Pey ra destûr hatiye dayîn ku li ser Çemê Bitlisê avahî bên çêkirin û çem ji ser va hatiye girtin. Bi vê projeyê va çem ji ser va hat vekirin. Bi hilweşandina avahiyên betonarme va beşera dîrokî ya Bitlisê derket holê. Lewra navenda bajêr ne bi tenê ji pireyan pêk tê, her wisa keleh, Mizgefta Mezin, Hemama Paşa, gelek pire, li berpalan mizgeft û dêr hene."

Demirtaş bal kişand, pireyên ku bi piranî bi kember in û ji kevir hatine çêkirin, bi mîmariya sedsala 16emîn hatine avakirin û wiha dewam kir:

"Piştî ev proje kuta bû, divê meriv projeyên din jî bixe dewrê. Lewra bi tenê bi vekirina ser çem va beşera dîrokî ya Bitlisê dernakeve holê. Heger em bixwazin turîzm bihêztir bibe, divê projeyên din jî bên cîbicîkirin."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE