Bi karê îşportayê dest pê kir niha kar dide 350 xebatkar

Di sala 1999an da Tekîn bi birayên xwe va atolyeya xwe ava kir û piştî demekê jî biryar da ku vegere Batmanê.

Bi karê îşportayê dest pê kir niha kar dide 350 xebatkar

Veysel Tekînê di sala 1994an da ji ber pirsgirêka aboriyê bi malbata xwe va ji Batmanê koçê Stenbolê kir, salên dirêj li wir di qada tekstîlê da xebitî û piştî salan vegeriya memleketê xwe fabrîqeyeke tekstîlê vekir û 350 kes îstihdam kir.

Tekîn piştî ku lîseyê mezun bû ji ber ku kar nedît bi malbata xwe va 28 sal berê koçî Stenbolê kir, li vir bi birayên xwe va di atolyeya tekstîlê da xebitî.

Di sala 1999an da Tekîn bi birayên xwe va atolyeya xwe ava kir û piştî demekê jî biryar da ku vegere Batmanê.

Tekîn di 2014an da li Sasona navçeya Batmanê bi 30 kesan ra dest bi karê tekstîlê kir û her ku çû hejmara xebatkarên xwe zêde kir û hejmara wan gihîşt 60 kesî.

Tekîn li Herêma Pîşesaziyê ya Organîzeyê ya Batmanê (OSB) niha 350 kesan dide xebatê û xeyala wî ew e ku marqeya xwe çêbike û li dinyayê navê marqeya xwe bide bihîstin.

Xeyala xwe bi piştgiriya dewletê pêk anî

Veysel Tekîn daxuyand ew salên dirêj ji memleketê xwe dûr maye, ji bo ku ciwan jî pirsgirêkê nekşînin biryar daye ku li Batmanê fabrîqeyê ava bike.

Tekîn diyar kir ku ew bi xêra piştgiriyên ku dewletê da vegeriya memleketê xwe û wiha got, "Gava ez vegeriyam qedera 15 malbatan jî çav dan min û ji Stenbolê vegeriyan Batmanê. Min ji HPOyê cih sitand. Piştî temambûna înşeatê min bar kir cihê xwe. Aniha ez di kargeha xwe da îstixdamê pêk tînim."

Tekîn bal kişand, 30 fîrmayên ku fabrîqeya wî dîtin, hatin Batmanê û veberhênan kirin û wiha dewam kir:

"Li Batmanê niha qedera 350 atolyeyên tekstîlê û bi qasî 45 hezarî jî xebatkarên tekstîlê hene. Niha bi qasî 30 fîrmayî bi saya me hatin û li Batmanê veberhênan kirink. Tekstîl li Batmanê çiqas pêş dikeve, vegera bi paş da jî ew qas zêde dibe. Însan ji bajarên mezin vedigerin Batmanê û wiha got, "Li vir di atolyeya tekstîlê da min dest bi kar kir. Ez kêfxweş im ku li memleketê xwe dixebitim."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE