Bi keda destan çêdikin

Bi geşbûna turîzmê re diyariyên ji sifirê jî zêde bûn...

Bi keda destan çêdikin

Li Şanlıurfayê çêkirina amûr û firaqên ji sifirê bi nav û deng e. Sifirkarên Şanlıurfayî dibêjin êdî gel, ji bo diyariyan berê xwe dide sûkê.

Li Sûka Sifiran a Şanlıurfayê zineata ku ji bav û kalan maye…

Hosteyên jêhatî bi çakûç û mikaran li sifiran didin û bi ked û xebateke hêja, berhemên cûr bi cûr çêdikin.

Alav û amûrên diyariyê, firaqên mitbaxê û gelek tiştên din…

Li dikanan tên daliqandin ku mişteriyên xwe bibînin.

Hosteyên li sûkê dibêjin; turîst û xelkê bajêr ji bo diyarî bikin zêdetir tablo, cizwe û taweyan didin çêkirin.

Lê vê yekê jî dibêjin; xwarina ku di alavên sifir de tên çêkirin baştir û bi tehmtir in.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE