Bi keda destên xwe 9 zarok xweyî kirin

Ji bo zarokên xwe bide xwendin bi şev û roj xebitî...

Bi keda destên xwe 9 zarok xweyî kirin

Aşvanê Kızıltepeyî Mele Mihemmed 9 zarokên xwe bi keda destên xwe xweyî kirin û ew dan xwendin. Her çiqas emrê wî mezin be jî hêj li ser karê xwe ye û hêj jî bi şev û roj dixebite.

Mihemmed Tekînê Kızıltepeyî ku li taxê wek Mele Mihemmed tê nasîn, tevî emrê xwe yê mezin bi şev û roj dişixule.

Kedkarê 70 salî ji 40 salan zêdetir e li ber vê aşê ye û pê 9 zarokên xwe xweyî kirine.

Her 9 zarokên xwe dane xwendin û 7 ji wan şandine zanîngehê jî.

Mihememd Tekîn bang li dê û bavan dike ku tevî hemû kêmasî û bêderfetiyê zarokên xwe bidin xwendin.

Dîroka nûkirinê: 09 Çile 2020, 11:20
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE