Naime Bolluk di zewaca xwe de bûkanî li xwe nekiribû lê niha dikana bûkaniyan vekir. Naîme Bolluk niha li Bingölê hosteyeka jêhatî ye û bûkaniyên ku çêdike dişîne gelek bajaran.
Naîme Bolluk bazinên xwe hûr kirin beşdarî kursa modayê bû. Nebû nesîb ku Naîme Bolluk, di daweta xwe de bûkanî li xwe ke. Wê jî dil kir ku ji xelkê re bûkaniyan çêbike.
Piştî perwerdeya modayê, bi piştgiriya KOSGEB’ê ji xwe re dikana bûkaniyan vekir. Bolluk niha li Bingölê hostayeke jêhatî ya Bûkaniyan e.
Naîme Bolluk dibêje ku di demeke kurt de bi ser ketiye û bûkaniyan difroşe bakarên derdorê jî.
Hostaya jêhatî niha dixwaze karê xwe mezintir bike û piştgiriyê bide îstihdamê.