Li Şemzînana Hekariyê ciwan bi liyanên darîn kaşûnê dikin. Li ser tepeyên bi berf wekî kaşûnbazên profesyonel in. Welatiyekî di bin xaniyê xwe de atolyeya marangoziyê vekiriye û li vir liyanan çêdike.
Li Şemzînana Hekariyê welatiyekî atolyeya marangoziyê vekiriye, li vir liyanan çêdike.
Liyan navê melzemeya kaşûnê ye.
Bi liyanên ku li vir tên çêkirin, ciwanên vê deverê kaşûnê dikin.
Derdikevin jora tepe û li vir dest bi kaşûnê dikin.
Di meha borî de berf gelek barî û bi vê kaşûn bêhtir tê kirin.