Bi mekîneya dirûnê ya ku ji hostayê wî jê re yadigar maye cilan didirû

Bi mekîneya dirûnê ya ku ji hostayê wî jê re yadigar maye cilan didirû

Li Kilîsê Okkeş Îbişogullariyê 74 salî ji zaroktiya xwe ve cilan didirû, hostayê dirûnê yê ku ta û derzî di destê wî nakeve bi mekîneya dirûnê ya ku ji hostayê wî jê re yadigar maye cilan didirû.

Îbişogullariyê ku bi şagirtî dest bi terzîtiyê kiriye bi derbasbûna demê re hînî kar bûye û bûye hosta.

Îbişogullari piştî ku makîne û kelûpelên din ên dirûnê ji hostayê xwe yê ku dest ji kar kişand, kirî, sala 1972yan ji xwe re dikanek kirê kir û dest bi karê xwe kir.

Okkeş Îbişogullari tevî ku temenê wî gihiştiye 74 salan her sibe dikana xwe vedike û dişixule.

Hosta Okkeş ji nûçegihanê AAyê re anî ziman ku ewî di 12 saliya xwe de weke şagirt dest bi wî karî kiriye û got, "Piştî vegera ji eskeriyê jî ez salekê li cem hostayê xwe xebtîm. sala 1972yan hostayê min dest ji kar berda. Min hingî kelûpelên wî tev de kirîn û min ji xwe re kargehek vekir."

Îbişogullari destnîşan kir ku pêşî terzîtî pîşeyeke hezkirî bû û got, "Berê terzîtî pîşeyeke baş bû. Her kesî zarokên xwe bi şagirtî dişand ber destê terziyan. Li dikana me gelek şagirt hebûn. Kursiyê rûniştinê jî lê nebû. Şagirtan kursiyên xwe bi xwe re dianîn, ddema tatîl diqediya kursiyên xwe dibirin û diçûn. Lê nuha ev pîşe ber bi nemanê ve diçe. Şagirtên ku li ber destê hosta perwerde dibin jî tune ne."

- "Ji ber ku ya hostayê min bû ez weke çavê xwe lê miqate me"

Hosta Okkeş tekezî li wê yekê kir ku mekîneya xwe ya dirûnê ji hostayê xwe sitendiye û wiha pê de çû:

"Hostayê min mekîne bi sifirî kirîbû. Nêzîka 25 salan pê şixuliye. Jiwî derbasîmin bû. Ev 62 sal em bihev re ne. Ji dema min dest bi vî karî kiriye heta nuha heman mekîne ye. Kurê min karê konfeksiyonê dike. Ji min re dibêje; 'babo modeya vê derbas bûye, ka em mekîneyekê ji te re bikirin' lê ez qebûl nakimû dibêjim 'kurê min ev hespê rehwan e, ez kesekî pehnî şikestî me. Ez hînî vê bûme'. Ez nikarim li ser ên nû bixebitim. Xatireya vê li ba min pir e."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE