Li Mûşê dema çinîna giya dest pê kir. Îsal ji ber hişkesaliyê giya zêdetir mezin nebû. Ji ber vê yekê cotkar bi tirpanê giya diçînin.
Li herêmê bi hatina havînê re heyama çinîna giya dest pê kir.
Heywandarên Mûşî jî rahiştin tirpanên xwe û derketin zozanan.
Salên beriya vê heywandar bi traktor û makîneyan giha diçinîn.
Lê îsal berf û baran kêmtir barî û giha jî zêdetir mezin nebû.
Ji ber hişkesaliyê gundî bi tirpanan giha didûrin.
Ew dibêjin ji ber ku giya kêm e em bi vî awayî karê xwe dikin.
Hin kes ji bo heywanên xwe giya diçinin, hin kes jî giya berhev dikin û difroşin.
Ev karê zor û zehmet dê heta dawiya havînê dewam bike.