Bi piştgiriya dewletê 40 mî sitandibû û di nav 4 salan da hejmara wan derxist 120an

Yurekdelera dayika 4 zarokan a li Şênovaya 25 kîlomêtro dûrî bajêr dijî di sala 2017an da di çarçoveya "Projeya Cotkarên Ciwan" a Midûriyeta Çandinî û Daristanan a Bajêr da 40 mî kirî.

Bi piştgiriya dewletê 40 mî sitandibû û di nav 4 salan da hejmara wan derxist 120an

Li Mûşê Sureyya Yurekdelera bi piştgiriya dewletê 40 mî ji xwe ra sitandibû di nav 4 salan da hejmara pezê xwe derxist 120î.

Sureyya Yurekdelera dayika 4 zarokan a li Şênovaya 25 kîlomêtro dûrî bajêr dijî di sala 2017an da di çarçoveya "Projeya Cotkarên Ciwan" a Midûriyeta Çandinî û Daristanan a Bajêr da 40 mî kirî.

Di nav 4 salan da mî zan û hejmara wan derkete 120î.

Yurekdelerê daxuyanî da rojnamevanan û diyar kir ku serîlêdana wê ya Projeya Cotkarên Ciwan hat tesdîqkirin û jiyana wê guherî.

Yurekdelerê destnîşan kir ku bi 40 miyên wekî hîbe hatin dayîn va dest bi heywandariyê kir û wiha pê da çû:

"Min bi piştgiriya dewletê dest bi heywandariyê kir û di nav 4 salan da hejmara wan derxiste 120î. Min îsal jî ji sedî 50 hîbeyê va 4 beran kirîn. Hem jiyana malbata min giherî hem jî pezê min zêde bû. Ez bi şîrê pêz ca debara mala xwe dikim. Ez pêz didoşim û bi mêrê xwe ra jî wan xweyî dikim. Ez ê heywandariyê bidomînim. Ez dixwazim hejmara pezê xwe zêde bikin û bibim xwediyê bira pêz. Em berxên nêr difroşin yên mê jî ji bo zêdekirinê dihêlin. Ji bo jinekê xwedîkirina heywanan zor e lêbelê ez mecbûr im xweyî bikim. Em êdî debara xwe bi heywandariyê dikin. Heje alîkariya dewletê nebûya îmkana me tune bû ku ji xwe ra pêz bikirin. Ji ber vê piştgiriyê ji rayedaran ra sipas dikim."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE