Bi piştgiriya KOSGEB’ê jı xwe re fîrma vekir

Di laboratuvara taybet a yekane de li balê 4 ciwan dixebitin

Bi piştgiriya KOSGEB’ê jı xwe re fîrma vekir

Ciwana Wanî bi piştgiriya KOSGEB’ê fîrmayek vekir. Bi saya projeya wê 4 endazyarên bêkar jî bûn xwediyê karekî. Ev fîrma li herêmê labrotuvara taybet a yekane ye jî.

Şeyda Karadumanê li zanîngehê beşa Endazyariya Hawirdorê xwendiye.

Lê piştî ku mezun bûye bêkar maye.

Ciwana Wanî, xwestiye fîrmeyeke analîza avê, hawirdor û qirêjiyê veke.

Karadumanê serî li KOSGEB’ê daye û bi saya piştgiriya ku girtiye, fîrmaya xwe vekiriye.

Endezyara Hawirdorê Şeyda Karaduman got, ‘’Em analîza avê dikin, li hawirdorê çiqas deng heye wê dipîvin. Fîrmaya min li Wanê ya ewil e. Beriya vê fîrmayên li Wanê ji bo analîzê diçûn bajarên din. Lê êdî hewce nake herin. Bi saya vê fîrmayê şaredarî jî analîzên xwe bi lez û bez dike.”

4 ciwanên ku piştî zanîngehê bêkar mane jî, bi saya projeya Karadumanê niha di qada xwe de dişixulin.

Dîroka nûkirinê: 14 Mijdar 2018, 11:24
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE