Bajarê Îdirê yê bi saya erdnigariya xwe xwedî avhewayeke nerm û axeke bi ber û berekete li ser xwe gelek sewze û fêkî dihewîne. Li bajêr îsal tê payîn ku bi qasî 40 hezar ton ji daran bê berhevkirin.
Midûrê Çandinî û Daristanê yê Bajêr Ozkan Yolcu daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku li bajêr di nav sewze û fêkiyên digihîjin da ya ku herî tê zanîn û bi nav û denge Sêva Îdirê ye.
Yolcu destnîşan kir ku bi hatina payîzê êdî heyama berhevkirina Sêva Îdirê jî dest pê kir û wiha domand: "Sêva me di stranan da jî derbas dibe Niha li bajarê me bi qasî 18 hezar donim zeviya ku darên sêvan lê ye, hene û em îsal li bendê ne bi qasî 40 hezar tonî sêvan berhev bikin."
Di berdewamiya axaftina xwe da Yolcu destnîşan kir ku sêvên ji bajarên wan derdikevin li navend û bajarên der û dora wan gelek tê xwestin û ev jî bi kêrî aboriya bajêr tê.
Şukru Yurtseverê li gundê Kullukê xwedî bexçeyên darên sêv, helû û mişmişan tê da hene got ku ew xwedî wê baweriyê ye dema eleqe hebe berên derdikevin jî bi qelîte ne û ji bo vê jî ew kedek mezin didin û wiha domand: "Dema fêkî baş be eleqejî başe û zû tê firotin. Kesên li tehmê mêze dikin jî razî dimînin. Ya bihayê sêvan kifş dike qelîteya fêkiyê ye."
AA