Bi rêgezên berê ji tiriyan dimis çêdikin

Bi rêgezên berê ji tiriyan dimis çêdikin

Tiriyên li rêzên li berpalên çiyayên Hîzana navçeya Bitlisê tên hêşinkirin bi salan e bi ededên berê va dixin dimis.

Tiriyên cotkaran li gundê Harmandovenê ji biharê vir da tu dermanek nedanê û bi kedeke mezin hêşin kirin nika dibin dimis.

Cotkar û paleyên şeveqê zû diçin rezan dixebitin tiriyên bi baldarî kom dikin dixin selikan li ker û heştiran dikin û tînin gund.

Paşê ava tiriyan biqasî 5 saetan li ser agir tê kelandin piştî zihmetiyê dibe dimis.

Dimisê bi salan e bêyî derman bi rêyên tebiî tê çêkirin li Bitlis û bajarên dorberê tê firotin.

- "Haveynê dimis ax e"

Yaşar Aydogduyê dimis çêdike daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku rezên tiriyan şitil dikin û derman dikin ji bo salê amade dikin.

Aydogdu destnîşan kir ku payîzê tiriyan kom dikin li ker û heştiran dikin û ji berpalan tînin gund û wiha pê da çû:

"Em pêşiyê di qazanekê da tîn dikin. Haveynê dimis ax e. Axê diavêjin nav ava tiriyan. Piştî ku haveyn digre dîsa dixin qazanan û biqasî 5 saetan dikelînin. Ev bi vî halî ji kal û bavan ji me ra ma. Kalên me jî wisa dikirin. Ji avakirina wê vir da li gundê me dimis tê çêkirin. Ji ber ku rezên me li berpalê ne em tiriyan bi ker û hêştiran tînin gund. Em bi malbatî tiriyan kom dikin. Paşê ji hemû pêvajoyan derbas dikin û dimis çêdikin."

Abdulkerîm Aydogduyê 70 salî yê dimis çêdike jî diyar kir ku 200 sal e li gund dimis tê çêkirin.

Aydogdu got ku tiriyên kom dikin bi zor û zihmetiyê tînin malê û wiha axivî: "Karekî gelekî bi zihmet e lêbelê dimisê wê zehf xweş e. Em dibin Bitlis, Hîzan û Tetwanê. Hin kes jî tên ji gund dimis dibin an jî siparîşê didin. Em 10 sal e ji Tetwan, Sêrt û Batmanê siparîşan hildidin. Gelkî zor e û em wisa diwestin nikarin li ser piyan bisekinin. Em kîloya dimis bi 30 lîreyî difroşin."

Saît Yildirim jî destnîşan kir ku qismeke tiriyên li rêzan difroşin û ji qismekê wan jî dimis çêdikin û wiha pê da çû: "Em şeveqê zû bi malbatî diçin rezan. Tiriyan li heştiran bar dikin û tînin gund. Digivêşin ava wan derdixin. Bi rêya ku ji mezninên xwe hîn bûn va jî dixin dimis. Em tiriyên reş û sipî bi kar tînin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE