Bi salan e ku maskeyê dide ber devê xwe

Bi şewbê re hemû kesî maske bi kar anîn û ji halê wê fehm kirin

Bi salan e ku maskeyê dide ber devê xwe

Suzan Yalçın 14 salî ye û li Gaziantepê dijî. Suzan bi salan e ku li dijî pençeşêrê li ber xwe dide. Ji ber nexweşiyê her tim bi maskeyê derdiket derve. Piştî şewba koronayê hemû însanan maske bi kar anîn û ji halê wê fehm kirin.

Suzan Yalçına 14 salî li Gaziantepê dijî û bi salan e ku li dijî qansêrê li ber xwe dide.

Suzan ji ber nexweşiyê nedikarî biçe dibistanê. Dema ku derdiket derve maske dida ber devê xwe, zêdetir nêzî însanan nedibû û giringî dida paqijiyê.

Suzan dibêje beriya koronayê piraniya însanan ji halê min fehm nedikirin. Dema ez bi maskeyê derketim derve min rehet nedikir.

Piştî ku şewba koronayê dest pê kir hemû însanan wekî Suzanê hereket kirin.

Niha Suzan him bi nexweşiya xwe re micadele dike him jî li mala xwe dersên xwe taqîb dike.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE