Bi şaşî 20 hezar lîre ket hesabê wî

Murat Onat pereyê ku ket hesabê wî da xwediyê wî

Bi şaşî 20 hezar lîre ket hesabê wî

Murat Onat li Elezîzê ev 21 sal in, li dikaneke telefonan dixebite. Onat pê hesiya ku bi şaşî 20 hezar lîre ketiye hesabê wî. li bankayê geriya û got şaşiyek çêbûye. Onat pere li xwediyê wî vegerand.

Murat Onat ev 21 sal in li Elezîzê li dikaneke telefonan dixebite.

Onat dema li hesabê xwe yê bankê nihêrî, dît ku 19 hezar û 995 lîre pere ketiye hesabê wî.

Murat Onat fehm kir ku ev bi şaşî çêbûye û telefonî bankaya xwe kir.

Onat 20 hezar lîreyê ku bi şaşî ketibû hesabê wî, li xwediyê pere zivirand.

“Gava min hesabê xwe kontrol kir, min dît ku 20 hezar lîre pere ketiyê. Min xwest ku pere bidim xwediyê wî. Min telefonî bankayê kir û pere dîsa da xwediyê wî. Bi vî awayî dilê min jî rehet bû…”

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE