Bi saya boriyên avdanê bereketa axê zêde dibe

Cotkarên ku berê tenê garis û pembo diçandin niha berê xwe didin tûfirengiyan

Bi saya boriyên avdanê bereketa axê zêde dibe

Bi saya piştgiriya serokkomariyê li navçeyên Edenê li ser milyonek û 65 hezar deqar erdî, boriyên avdanê hatin raxistin. Li navçeya îmamoxluyê cotkaran cara ewil tûfirengî çandin.

Li Edenê zivistan û havînan her tim hewayeke nerm û germ heye.

Bi saya vê jî ev axên bibereket her demsalê hêşin in.

Li navçeya Îmamoxluyê cotkaran bi salan e bi tenê garis diçand.

Lê îsal bi saya ku av hat navçeyê, cotkarên herêmê berê xwe dan çandina tûfirengiyan.

Serokkomariyê ji bo avdana bi boriyên modern, piştgirî da cotkaran.

Bi saya vê li Îmamoxluyê li ser 60 hezar donimî tûfirengî hatin çandin.

Tê payîn; bi saya çandina tûfirengiyan qezanca cotkaran qat bi qat zêde bibe.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE