Bi saya sporê li ser xwe ye

İskender Doğan wexta nexweşê pençeşêrê bû dest bi çiyageriyê kir

Bi saya sporê li ser xwe ye

İskender Doğanê ku li Tunceliyê dijî, wexta nexweşê pençeşêrê bû dest bi çiyageriyê kir. Doğan ji bo tenduristiya xwe dest bi vê sporê kir. bi saya çiyageriyê him ji pençeşêrê xelas bû him jî bû sporvanê profesyonel.

Jê re hat gotin ku ew nexweşê pençeşêra lenfê ye.

Ji bo tenduristiya xwe berê xwe da sirûşt û sporê.

Di dema tedawiya xwe çiyageriyê bala wî kişand.

İskender Doğan 51 salî ye û li Tunceliyê dijî.

Meraqa wî her tim li ser çiyageriyê bû.

Ji bo ji nexweşiyê xelas bibe derketa lûtkeyan û bû sporvanê profesonel.

Doğan li welêt û derwelêt derket lûtkeya gelek çiyayan.

İskender Doğan herî dawî derket ser Çiyayê Agiriyê ya bi bilindiya 5 hezar û 137 metre.

Ji bo ciwanan jî pêşniyazên wî hene.

Doğan ev 20 sal in ku çiyager e û ji bo ciwanan jî rêberî dike, ji bo çiyageriyê riya wan vedike.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE