Li Hekariyê rêbejaya Hakkari-Çukurcayê ku ji ber ketina şepeyê hat girtin, di encama 2 saet xebata ekîban da vebû.
Li herêmê ji ber barîna berfê û bagerê li ser rêbejaya Hakkari-Çukurcayê li tanga Tunela Kunebizê şepe ket.
Ekîbên Şeftiya Şaxa 114emîn a Rêbejayê yên ku şandin herêmê, di encama qedera 2 saet xebatê da rê vekir.
Welatiyên ku di wesayîtên xwe da sekinîn, piştî vebûna rê, ber bi Çukurcayê dewam kirin.