Bi hîbeya ku ji dewletê stand, li Güroymakê axûreke mezin ava kir û 250 dewar standin. Niha di axûra xwe de bi rê û rêbazên teknolojiya herî dawî heywandariyê dike.
Murat Gürtürkê Güroymakî ji bo tesîseke şîr ava bike ji saziya çandinê- TKDKyê piştgirî xwest.
Saziyê ji sedî 65ê mesrefan hîbe û di pêvajoya projeyê de jî piştgirî da.
Niha li vê axûrê 250 dewaran xweyî dikin.
Xebatkar di paqijî û xweyîkirina heywanan de makîneyên teknolojîya herî dawî bi kar tînin.
Bi saya projeya Murat Gürtürk him ekonomiya bajêr mezin bû him jî gelek kes bûn xwediyê karekî.