Bi tenê damayê dilîzin

Welatî tên vê çayxaneyê, him çeqûberkê dilîzin him jî sohbetê dikin...

Bi tenê damayê dilîzin

Li Batmanê çayxaneyek heye ku li wir bi tenê dama an jî çeqûberk tê lîstin. Welatî tên vê çayxaneyê, him damayê dilîzin him jî bi hev re sohbetê dikin.

Li seranserê Batmanê nêzî 300 çayxane hene. Li vê çayxaneyê bi têne dama tê lîstin.

Extiyar û kesên teqawid her roj tên vê derê û bi hev re sohbetê dikin.

Xwediyê dikanê dibêje ji 40 salî zêdetir e ez li vir dixebitim. Mişteriyên min jî bi salan e ku tên çayxaneyê.

Dema wextê nimêje tê welatî radibin û diçin mizgeftê, piştî nimêje jî dîsa tên çayxaneyê.

Xelkê bajêr bi vî awayî xwedî li kevneşopiya lîstika çeqûberkê derdikeve.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE