Pantolên ku li Güroymakê tên dirûn, îxracî dewletên rojhilata navîn dikin. Ev atolyeya tekstîlê ya biçûk him piştgiriyê dide aboriya bajêr him jî bi saya vê 60 kes debara mala xwe dikin.
Rojê bi sedan şal didûrin…Ji wan gelekan jî îxracî derwelêt dikin.
Karsaz Bayram Demîr çend sal li İstanbulê, atolyeyên mezin daye şixulandin.
Lê di dawiyê de vegeriya welatê xwe û li Güroymakê ev atolye vekiriye.
Cilên ku li virê didûrin îxracî Erebistan, Ûrdûn, Misir û Sûriyê dike.
Bi saya atolyeya tekstîlê, piraniya wan ciwan 60 kes bûn xwedî kar.
Bi teşwîq û avantajên bacê yên li herêmê di salên dawî de bi dehan karsaz hatin herêmê; atolyeyên tekstîlê vekirin.
Bi saya kargehên nû him bajar bi pêş dikevin him jî ciwan li welatê xwe qezencê dikin.